Netanyahu: Ev ser, serê man û nemana Îsraîlê ye!
PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku şerê ku niha di navbera wan û Hamasê de li Xezayê tê kirin, şerê man û nemanê yê Îsraîlê ye. Netanyahu, di daxuyaniya xwe de Hizbullahê jî hişyar kir.
Benjamin Netanyahu, daxuyaniya ku li ser şer ragihand hişyarî da Hizbullahê û got, “Heger bi Îsraîl re şer bikin, dê ev yek hilweşîneke ku nayê xeyalkirin ji bo Hizbullah û Lubnanê bîne.”
Netanyahu bal kişand ser êrîşên li ser Xezayê û got, "Şerê li Xezayê, ji bo Îsraîlê meseleya man û nemanê ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin