Netanyahu Hamasê bi kustina sivîlan li Xezzeyê tawanbar dike

11 November 2023 12:00 0 dîtin
Netanyahu Hamasê bi kustina sivîlan li Xezzeyê tawanbar dike

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir, ji mirina sivîlên li Xezzeyê, ne Îsraîl, Hamas berpirsyar e û Hamas û DAIŞ da ber hev û got, "Berpirsiyariya her xisareke ku li sivîlan bibe, ne Îsraîl e, lê Hamas-DAIŞ e."

Netanyahu piştî gotinên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ên ku gotibû "Di êrîşên li ser Xezzeyê de sivîl mirin û Îsraîl divê êrîşên xwe rawestîne" ji Serokwezîrtiyê daxuyaniyeke nivîskî da.

Netanyahu destnîşan kir, ji ber "rêxistina terorê bi sedan Îsraîlî bi awayekî hovane qetil kirin û zêdetirî 200 Îsraîlî dîl girtin" ketine şer, Netanyahu got, dema Îsraîlê ji bo zirarê nede sivîlan çi ji destê wan hat kirin û bang li wan kir ku qadên şer terk bikin, lê Hamasê çi ji destê wan hat kir. Ji bo ku sivîl neçin deverên ewle û ew wek mertalên zindî sivîlan bi kar tînin.

Herwiha got, "Berpirsiyariya her ziyaneke ku bigihêje sivîlan a Hamas-DAIŞê ye, ne ya Îsraîl. Hamas-DAIŞ bi rehîngirtina jin, zarok û kal û pîrên me bi awayekî hovane sûcên li dijî mirovahiyê dike. Dibistan, mizgeft û nexweşxaneyan weke navendên fermandariya terorê bi kar tînin."

Netanyahu eşkere kir, "Sûcên ku îro li Xezzeyê ji aliyê Hamas-DAIŞê ve hatin kirin, wê sibe li Parîs, New York û li hemû cîhanê bên kirin. Divê lîderên cîhanê Hamas-DAIŞê şermezar bikin, ne Îsraîlê."

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di hevpeyvîneke taybet a bi kanala BBC ya Îngilistanê re got: "Îro sivîl hatin bombebarankirin. Zarok, jin, kal û pîr tên bombekirin û kuştin. Tu rewa û rewatiya vê yekê nîne. Ji ber vê yekê em bang li Îsraîlê dikin ku raweste. Ez ne dadger im, ez serokê dewletê me. Ez hiqûqa navneteweyî bi bîr tînim û banga agirbestê dikim."