Netanyahû: Li pist kustina 25 xwepêsanderên Iraqê Îran heye

08 December 2019 22:35 0 dîtin
Netanyahû: Li pist kustina 25 xwepêsanderên Iraqê Îran heye

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû derbarê êrîşa li Bexdayê ya kuştina 25 xwepêşanderên iraqî ji aliyê hêzeke nenas ve, got ku îhtimal heye li pişt wê êrîşê milîşeyên şîe yên nêzî Îranê hebin.

Beriya civîna kabîneya Îsraîlê ya heftane Netanyahû bang li civaka navdewletî kir ku fişara li ser Îranê zêdetir bikin û got, “Delîl nîşan didin ku li pişt êrîşa Bexdayê ya ser xwepêşanderan, milîşeyên şîe yên nêzîkî Îranê hene.”

Di êrîşa şeva Înê ya li Meydana El Hillanî ya Bexdayê de, 25 xwepêşander hatibûn kuştin û 120 kes jî birîndar bûbûn.

Heta niha di xwepêşandanên Iraqê yên 1ê Cotmehê dest pê kiribûn de, bêhtirî 500 kes hatine kuştin.