Netanyahu: Vê hefteyê, dê gav bên havêtin!

18 June 2023 22:30 0 dîtin
Netanyahu: Vê hefteyê, dê gav bên havêtin!

PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku ew ê vê hefteyê "gavên pratîk" li ser "reforma dadrêsiyê" ya nakok bihavêjin.

Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, di civîna heftane ya kabîneyê de Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku hikûmet dê "gavên pratîkî ji bo reforma pergala dadrêsî bihavêje."

Di agahiyan de hat destnîşankirin ku Netanyahu diyar kir ku ev gav dê "bi berpirsiyarî û bi pîvan" werin havêtin, lê  belê dê li gorî erka ku hatine girtin bin.

Her wiha hat zanîn ku Netanyahu opozîsyonê tawanbar kir ku ji muzakereyên bêencam ên bi baskê opozîsyonê re yên li ser rêkeftina dadrêsiyê ya nakok ku bi mehan li welêt bû sedema protestoyan û got,

"(Benny) Gantz û (Yair) Lapid îspat kirin ku bi min re lîstikan dilîzin. Tiştên ku di nav 3 mehan de kirin, qeşmerî bûn û armanca wan ew bû ku ji demê re bilîzin."