Neteweyên Yekbûyî banga agirbestê li Xezzeyê kir!
PeyamaKurd – Guterres diyar kir ku ji ber operasyonên Îsraîlê şert û mercên jiyanê yên li Filistînê nebaş in.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres got ku ji ber operasyonên leşkerî yên Îsraîlê yên li bakurê Xezeyê şert û mercên jiyanê yên gelê Filistînê nebaş in.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres banga agirbesta lezgîn a li ser navê mirovahiyê, serbestberdana bê şert û merc a hemû rehîneyan û berpirsyariya sûcan li gorî hiqûqa navneteweyî dubare kir.
Guterres diyar kir ku ew ji ber mezinahiya wêraniya li bakurê Xezeyê matmayî mane û diyar kir ku Îsraîl hewildanên gihandina malzemeyên alîkariyê yên însanî red dike, lewma jiyana gelek kesan di metirsiyê de ye.
Guterres tekez kir ku taloqkirina kampanyaya derzîlêdana felcê li herêmê jiyana bi hezaran zarokan dixe metirsiyê. Wî hişyarî da ku wêranî û bêbextiya ku ji ber operasiyonên leşkerî yên Îsraîlê li bakurê Xezzeyê pêk tê, şert û mercên jiyanê ji bo gelê Filistînê li herêmê nebaş dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin