Neteweyên Yekbûyî îsev ji bo Sûriyê dicive

09 December 2024 18:58 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî îsev ji bo Sûriyê dicive

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) îşev ji bo gotûbêjkirina rewşa Sûriyê ya piştî ketina rejîma Esed dicive.

Li gorî zanyariyan, civîna awarte ya ji aliyê Rûsya ve hatiye xwestin wê li demjimêr 21:00 dest pê bike.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Geir Pedersen jî li ser geşedanên li Sûriyeyê bal kişand ser dîyalogê û amadekirina hikûmeta veguhêz û got, “Ji rijandina xwînê dûr bisekinin.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî li ser geşedanên li Sûriyê diqewimin got, “Amerîka dê hewl bide bi hemû komên Sûriyê re ji bo derbasbûna Sûriyeyeke serwer û serbixwe ji rêjîma Esed re, bi destûreke nû ya di bin sîwana Sûriyê de, pêwendiyê deyne.” 

Biden got: “Gelê Sûriyê niha firsendeke dîrokî heye ku paşerojeke çêtir ava bike.”

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz jî li ser mijara Sûriyê ragihand, Almanya piştî ketina Esed dixwaze ji bo jinûve avakirina Sûriyê alîkariyê bike û got: “Mimkun e di dawiyê de çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re bi rêya diyalogeke nîştimanî ya berfireh, pêvajoyeke veguhêz û bi rêkûpêk û aştiyane were dîtin.”