Neteweyên Yekbûyî banga rêzgirtina mafên mirovan li Talîbanê kir

11 November 2022 20:35 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî banga rêzgirtina mafên mirovan li Talîbanê kir

PeyamaKurd - Dîwana Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li Tevgera Talîban a deshilatdara Afganistanê kir ku rêzê li mafên mirovan bigre.

Dîwana Giştî ya NY ku ji 193 endaman pêk tê, dengdan li ser projeyasaya ku Almanyayê pêşkêş kiribû kir û bi dengên 116 welatan ew pêşniyarbiryara bangewaziya bo rêveberiya Talîbanê hat qebûlkirin.

NY di biryara hatiye pejirandin de dide xuyakirin ku Talîban mafên mirovan binpê dike, bi taybetî li hember jin û keçên Afganî wan binpêkirinan dike û Talîban nikare hikûmeteke temsîlî ava bike ku welat di şert û mercên aborî, mirovî û civakî de ketiye rewşeke pir xerab.

Di projeyasaya hatiye qebûlkirin de, ji Talîbanê daxwaza rêzgirtina mafê mirovan tê kirin û banga derfetên ku jin bikarin di her qadê de bixebitin hate kirin.

Herwiha hat diyarkirin ku ji ber binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî jin û keçên Afganî NY nîgeran e û ji Talîbanê hat xwestin ku siyaset û kiryarên mafên mirovan sînordar dikin paşve vekişîne.

Hêjayî gotinê ye, Rûsya û Çîn jî di nav de 10 welat di dengdanê de, bêalî man û herwiha Rûsya û Çînê banga lêpirsîna tawanên leşkerên biyanî yên li Afganistanê mabûn kirin.

Balyoza Almanyayê ya li NY Antje li Dîwana Giştî diyar kir ku divê mafên mirovan bên parastin û rêz bê nîşandan û rêveberiyeke berfireh bê avakirin û dijî terorê têkoşîn li Afganistanê bê dayîn.

Talîbanê 15ê Tebaxa 2021ê piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkî dest danîbû ser deshilata Afganistanê û bi hinceta rêveberiya Îslamî di warê kar, perwerde û hin qadên din ên civakî de bi taybet ji jinan re gelek astengî derxistine.