Neteweyên Yekbûyî bîlançoya serê salekê yê Rûsya-Ukraynayê eskere kir
PeyamaKurd - Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi daxwaza Rûsyayê ya bo lêkolînkirina êrîşa 3yê Sibatê ya ser herêma Luhanks a Ukraynayê ku 28 kes miribûn civiya.
Di wê civînê de, ji aliyê Alîkara Sekreterê Giştî ya NY Rosemary DiCarlo bîlançoya şerê li Rûsya-Ukraynayê hate eşkere kirin.
Rosemary DiCarlo ragihand, di şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê de heta niha 10 hezar 382 kes mirine û 19 hezar 659 kes jî birîndar bûne.
Rosemary DiCarlo got: “Li heremên di bin kontrola Ukraynayê de di çend hefteyên dawî de êrîşên Rûsyayê zêde bûne. Di serî de li herêma Zaporojya 570 cih zêdetir hatin armanc girtin. Di van êrîşan de 12 sivîl mirin û 60 jî birîndar bûn.”
DiCarlo herwiha amarên giştî yên Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî yên ji 24ê Sibata 2022yan heta niha jî parve kirin:
“Li Ukraynayê di nav de 579 zarok 10 hezar û 382 kes jiyana xwe ji dest dane. Di nav de hezar û 285 zarok 19 hezar û 659 kes jî birîndar bûne. Li Ukraynayê sala 2023yan bi giştî windahiyan sivîlan kêm bûye, lê piştî meha Kanûnê bi asteke girîng careke din zêde bûye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin