Nêzî balafirgeha Silêmaniyê teqînekî çêbû
PeyamaKurd – Rêvebiriya asayîşa bajarê Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li dora balafirgeha Silêmaniyê, li ber têlên dora wê, teqînekî çêbûye. Di encama teqînê de kes nemiriye an birîndar nebûye lê agir pê ketiye û paşî ew agir hatiye vemirandin.
Di balafirgehê te tiştekî xerab çênebûye û seyra seferan weka hew wextî dewam dike.
Wezareta karên derve ya Tirkiyê seferên ji Tirkiyê ji bo Silêmaniyê heya 3 ê temmûzê betal kiribû. Sedem jî xebatên PKK ê yên li Silêmaniyê hatibûn nîşandan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin