Nifûsa Ûkraynayê ji destpêka ser ve 10 milyon kes kêm bû

22 October 2024 20:03 0 dîtin
Nifûsa Ûkraynayê ji destpêka ser ve 10 milyon kes kêm bû

PeyamaKurd – Fonda Serjimariyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) ragihandin ku ji destpêka şerê Rûsyayê ve nifûsa Ûkraynayê bi qasî 10 milyon kesan kêm bûye.

Dîrektorê Rojhilata Ewropa û Asyaya Navîn ê UNFPAyê Florence Bauer, di civîne Cenevreyê got:

“Ji dagirkeriya Rûsya ya Sibata 2022yan destpê kiriye ve, rewşa demografiyaya Ûkraynayê ketiye rewşeke cidî. Ji ber şer derketina welatiyan û kêmbûna zayînê, ji destpêka şerê Rûsyayê ve serjimariya Ûkraynayê bi qasî 10 milyonan kêm bûye.”

Herwiha Bauer diyar kir ku pêwîst bû rêjeya zayînê ji sedî 2,1 bûya lê niha serê jinekê bûye yek zarok û ev jî li cîhanê yek ji rêjeya herî kêm a zayînê ye.

Hêjayî gotinê ye, nifûsa Ukraynayê dema hilweşîna Sovyetê di sala 1991ê de ji 50 milyonî zêdetir bû, sala 2021ê daketibû 40 milyonan û niha jî li dor 30 milyonan e.