Nîjer: Wê balyozên Almanya, Amerîka û Nîjeryayê ji Nîjerê neçin
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Nîjerê ragihand ku rast nîne wê balyozên Almanya, Amerîka û Nîjeryayê di nav 48 seetan de Nîjerê terk bikin. Wezaret got ku xeberên li ser medyayê di vê mijarê de tên belavkirin rast nînin.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku tenê 48 seet wexta dane balyozê Fransayê yê Niameyê Syvlain Itte ku terka Nîjerê bike.
Do, di ser medya civakî de hatibû belavkirin ku divê di nav 48 seetan de ji bilî Itte, balyozê Almanya yê Niameyê Oliver Schnakenberg, balyozê Amerîkayê yê Niameyê Kathleen FitzGibbon û balyozê Nîjeryayê yê Niameyê Mohamed Usman terka Nîjerê bike û belgeyên wezareta Nîjerê belav kiribûn.
Paşî hat fêmkirin ku li ser belgeyên Itte leyîstine û dane medya civakî da belav bikin. Li ser mijarê, balyozê Almanya yê li Niameyê Oliver Schnakenberg, di ser hesabê xwe yê X ê belav kiribû ku mijar rast nîne û wezareta karên derve ya Amerîkayê xeberê derew derxistibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin