Nikarin tesxîsa wê nexwesînê deynin: Herî kêm 30 kes mirin

22 August 2019 00:34 0 dîtin
Nikarin tesxîsa wê nexwesînê deynin: Herî kêm 30 kes mirin

PeyamaKurd- Li bakûrê Sahilê Fîldîşiyê li bajarê Yeretiele yê bi sedema ku nexweşîneka ku nikarin nav lêbikin, herî kêm 30 kes jiyana xwe ji dest da. Li gor malpera bi navê “Koaci” ku li Sahilê Fîldîşiyê weşana xwe dike, ji meha temmûzê (tîrmeh) heya niha nexweşîneka ku nikarin nav lê bikin dewam dike.

Îşarêtên nexweşînê di rû de werm û odem, qebz, êşa singî, di zik de werm, ra’tbûn (westandin) û vereşandin e. Tîmên tenduristiyê li herêmê digerin û xebata xwe dikin da teşxîsê bo nexweşînê deynin da nexweşan tedawî bikin.