Nivîskara Kurd a Basûrî Sara Omar Xelata Zêrîn a Defne ya Wêjeyê sitend
PeyamaKurd – Li Danîmarkayê nivîskara Kurd a ji Başûrê Kurdistanê Sara Omar Xelata Zêrîn a Defne ya Wêjeyê sitend.
Di rêûresma li Kopenhanga paytexta Danîmarkayê pêk hat de, nivîskara Kurd Sara Omar Xelata Zêrîn a Defne ya Wêjeyê sitend.
Nivîskara Kurd a ji Silêmaniyê, li ser hesabê xwe yê medya civakî da zanîn ku xelat wê sitendiye.
Xelata Zêrîn a Defne ya Wêjeyê, ji sala 1949an ve li Danîmarkayê didin nivîskar û rexnevanên di warê wêjeyê serkeftî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin