Nuland: Amerîkayê ji bo hevkariya nukleerî ya Îranê ti garantiyên nivîskî nedane Rûsyayê
PeyamaKurd - Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê Victoria Nuland ragihand, Amerîkayê di danûstandinên peymana nukleerî yên Vîyenayê de, li ser hevkariya Rûsyayê ya bi Îranê re, ti garantiyên nivîskî nedane Rûsyayê.
Rûsyayê roja duşemê ragihandibû ku ger peymana nukleerî bi awayekî fermî di bin navê "plansaziya hevpar" de were zindîkirin, divê mafên hêzên cîhanê wekî hev bin.
Di civîna Kongreyê ya roja sêşemê de Victoria Nuland li ser mijarê got: “Me bi Rûsyayê re derbarê Îranê de ti danûstandin nekirine. Moskow dixwaze asta daxwazên xwe bilind bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin