Nûnera Taybet a Brîtanyayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir

26 February 2025 18:20 0 dîtin
Nûnera Taybet a Brîtanyayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir

PeyamaKurd – Nûnera Taybet a Brîtanyayê ya bo Karûbarên Sûriyê Ann Snow, serdana Rojavayê Kurdistanê kir û ligel Seroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed civiya.

Medyaya Rojavayê Kurdistanê daye xuyakirin ku di civîna doh 25ê Sibatê pêk hatiye de, bi berfirehî pêwistiya xurtkirina diyalog û lihevkirinê di navbera hemû aliyan de ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyên li Sûriyeyê, hatiye gotûbêjkirin.

Di civînê de girîngiya rola Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di diyarkirina pêşeroja Sûriyeyê de nexasim piştî zehmetiyên dûrûdirêj ên bi salan, hate teqezkirin.

Herwiha her du aliyan girîngî da wê yekê ku hemû gelê Sûriyeyê û rêveberiya veguhêz a Şamê ji tecrûbe û ezmûnên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) sûdê wergirin û diyalogên rastîn werin destpêkirin.

Îlham Ehmed diyar kir ku pêwîst e di avakirina hevkariya rasteqîn li Sûriyeya pêşerojê de tu pêkhateyên Sûriyeyê neyên bidûrxistin.