Nûnerên Kurdistanê li Washingtonê besdarî hevdîtinên stratejîk ên Iraq-Amerîka dibin

16 August 2020 11:04 0 dîtin
Nûnerên Kurdistanê li Washingtonê besdarî hevdîtinên stratejîk ên Iraq-Amerîka dibin

PeyamaKurd - Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku nûnerên Herêma Kurdistanê di serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazim ya Amerîkayê de beşdar dibin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro 16ê Tebaxê serdana Washingtonê dike û bi Serokê Amerîka Donald Trump re dicive û komeke pirsên girîng ên taybet bi navçeyê û Rojhilata Kurdistanê têne guftûgokirin.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji K24ê re ragihandiye, nûnerên Herêma Kurdistanê di civînan de beşdar dibin û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî û çend berpirsên din wek Nûnerê Herêma Kurdistanê bi şanda Iraqî re beşdar dibin.

Biryar e gereke din a guftûgokirina rêkeftina stratejî ya di navbera Amerîka û Iraqê birêve biçe û hevşêweya civîna yekem, nûnerên Herêma Kurdistanê beşdarî civînan bibin, bi armanca amadekirina rêkeftina stratejî di navbera her du aliyan de.

Serdana Kazimî di demekê de ye ku Rojhilata Navîn û Iraq bi taybet di komeke pêşhat û rewşên siyasî û civakî yên bilez re derbas dibe û egerên ji bo guhartinên nû li navçeyê vekirî ne.