NY: Bila ji bo bûyera Jîna Emînî, lêkolîna bêalî were kirin!
PeyamaKurd- Rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY), li ser bûyera kuştina keça Kurd a Rojhilatî Jîna Emînî, daxuyaniyeke nerazîbûnê da û bi rêya daxuyaniyê, daxwaza lêkolîneke bêalî kir.
Piştî dengdayîna bûyera Jîna Emînî ya ku li Tehranê ji aliyê Polîsên Exlaqê ve bi hinceta daketina destmala wê ya ji ser serê wê hatibû kuştin, li qada giştî ya cîhanê nerazîbûn derketin pêş û dewam dikin.
Herî dawî rayedarên Neteweyên Yekbûyî jî li ser bûyerê daxuyaniyek da û nerazîbûn nîşan da. Di daxuyaniya hat dayîn de hat gotin ku
“Em di derbarê bûyera mirina Jîna Emînî de daxwaz dikin ku lêkolîneke bêalî û bi bandor were kirin. Piştî ev lêkolîn hat kirin, em dixwazin ku encama rast ji malbata Emînî re were eşkerekirin.”
Di daxuyaniyê de bang li hikûmeta Îranê jî hat kirin û hat diyarkirin ku divê berpirsên Îranê armanckirin û desteserkirina jinan rawestînin ku ne pabendî hîcabê ne.
Her wiha di vê daxuyaniyê de li ser xwepêşandanên xelkê yên piştî bûyerê û tundiya hêzên emnî yên Îranê ya li hember xwepêşandan jî rexne hatiye kirin û ev tundî hatiye şermezarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin