NY: Di serên esîran de 250 kes mirin û 572 kes birîndar bûn
PeyamaKurd –0fîsa Koordînasyona karên mirovî ya Neteweyên Yekgirtî (OCHA) ragihand ku li welatê Sûdanê, li herêma Nîl a Kesk, di şer û pevçûnên di navbera eşîran de, ji 13 ê cotmehê heya niha 250 kes mirine û 572 kes birîndar bûne. Şerê navbera qebîleyan ji 13 cotmehê heya niha her diçe geş dibe.
Li gor ragihandina OCHA yê, kesên bûyeran protesto dikin, rêya ku payîtexta eyaletê bajarê Demazinê û payîtext Hartumê bi hev ve girêdide, ji çûnûhatê re girtine. Rapor ragihandiye ku xaniyên gundên li devera Ved el-Mahiyê hatine şewitandin û li dora 7 hezar kes ji ser ciyên xwe koç kirine.
Li gor OCHA yê ji meha temmûzê heya niha 70 hezar kes ji ciyên xwe koç kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin