NY ji bo kustinên li Îdlibê hêzên hikûmeta Sûriyê tawanbar dike

22 May 2019 10:01 0 dîtin
NY ji bo kustinên li Îdlibê hêzên hikûmeta Sûriyê tawanbar dike

PeyamaKurd -  Berdevka Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Marta Hurtado li Cenevrê da zanîn ku kuştina sivîlên li herêma Îdlibê fikaran çêdikin.

Hurtado diyar kir ku jiber girjiya di dawiya nîsanê re gur bûye, heta niha li herêma Îdlibê 105 sivîl hatine kuştin û di nav de zarok û jin jî hene. Hurtado got j iber pevçûnan bi kêmî ve 200 hezar kes ji herêmê revîyane.

Komîseriya Bilind ya Mafên Mirovan ya NYyê ji bo kuştina sivîlan hêzên hikûmetê û hevalbendên wê tawanbar kir. Artêşa Sûrîyê ya bi piştgirîya Rûsya çend hefte ne êrîşên esmanî dibe ser Îdlibê ku wek navenda dawî ya serhildayan tê zanîn.

Hurtado bang li alîyên şer kir ku êrîşan nebin ser dibistan, nexweşxane û cîhên din yên sivîlan.