NY: Li Efrîn û Serêkaniyê desteserkirina jin û zarokan û binpêkirin berdewam dikin

07 July 2021 16:49 0 dîtin
NY: Li Efrîn û Serêkaniyê desteserkirina jin û zarokan û binpêkirin berdewam dikin

PeyamaKurd - Serokê Komîteya Lêkolînên Navdewletî ya Serbixwe ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) Paulo Pinheiro got, li Efrîn û Serê Kaniyê komên çekdar, jin û zarokan desteser dikin û binpêkirinên xwe berdewam dikin.

Paulo Pinheiro eşkere kir ku çekdarên Artêşa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ku komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve tê de cî digirin, li Efrîn û Serê Kaniyê di binpêkirinên xwe yên li dijî welatiyên sivîl de berdewam in û çekdar welatiyên sivîl desteser dikin di nava wan de jin û zarok hene.

Pinheiro destnîşan kir ku ew çekdar di dizî û dest danîna li ser mal û milkên xelkê li wan her du navçeyan berdewam dikin.

Serokê Komîteya Lêkolînên Navdewletî ya Serbixwe Paulo Pinheiro daye zanîn ku ji ber kiryarên wan çekdaran û tunebûna ewlehiyê hejmareke mezin ji xelkê newêrin vegerin malên xwe.

Paulo Pinheiro derbarê kuştina ciwanê Kurd Emîn Îsa Emîn di zindanên asayîşa PYDê de jî gotiye, ew derbarê raporên ku behsa girtina îşkencekirina endamê PDK-S Emîn Îsa Emîn di zindanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de dilgiranin.