NY: Pistî têkçûna rejîma Baasê 1 milyon û 200 hezar kes vegeriyan warên xwe
PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji piştî pêvajoya rûxandina rêjîma Baasê ya Sûriyeyê, ji 1 milyonî zêdetir Sûriyeyî vegeriyane cih û warên xwe.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê Stephane Dujarric duh li bajarê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) New Yorkê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku ji piştî destpêkirina pêvajoya rûxana rêjîma Beşar Esed ve, milyon û 200 hezar Sûriyeyî vegeriyane warên xwe.
Dujarric da zanîn ku ji wê hejmarê 900 hezar jê koçberên navxweyî û 300 hezar jî penaberên derveyê Sûriyeyê ne.
Dujarric amaje bi wê yekê jî kir ku hejmara koçberên navxweyî yên li Sûrieyeyê derdora 7 milyon kesî de ye û ji wan bêtirî 2 milyon koçber di kampan de dijîn.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê tekezî li ser berdewamiya hewlên NY yên di pêşkêşkirina piştgiriyên mirovî yên ji bo kesên vegeriyane Sûriyeyê jî kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin