NY ragihand ku serê li Sûdanê dikare bandorê li welatên cîran bike

23 May 2023 21:43 0 dîtin
NY ragihand ku serê li Sûdanê dikare bandorê li welatên cîran bike

PeyamaKurd – Berdevkê Neteweyên Yekgirtî balê kişand ser şerê li Sûdanê û got eger şer bi dawî nebe dibe ku li welatên cîran bandorê bike. Berfdevkê NY ragihand ku dibe şer bandorê li Sûdana Başûr, Çadê û welatên din bike û li aliyê dinê şer nahêle alîkariya NY ya mirovî bi temamî bigihê mexdûrên li Sûdanê. Berdevkê NY Stephane Dujarric, ragihandina xwe di civîna çapemeniyê ya rojane de kir.

Dujarric got ku rewşa herêmê gelek hasase û divê terefên li Sûdanê şer dikin, berjewendiyên xelkê Sûdanê bidin ber çav û şer bi dawî bikin. Dujarric got:

“Eger li şerê Sûdanê nesekine dibe bandorên herêmî bike. Trajediya mirovî ya derketiye ortê ne tenê li Sûdanê bandorê dike, talûka wê heye ku li temamê herêmê bike. NY xwe amade dike da 168 kamyonên alîkariyê bigihîne 4 mîlyon mirovan lê tevî agirbesê jî rewşa heyî dikare nehêle alîkarî bi misogerî bigihê mexdûran.

Tevî zahmetiyan NY û hemkarên wê alîkariya li Sûdanê fireh kiriye, bernama xida ya dinyayê dewam dike, tevî bernama UNICEF ê amadekirina deqandina mirovan têkirin.”