NY ragihand ku wê Îsraîl îznê bide Fîlîstînî û rêxistinên alîkariyê da vegerin Xan Yûnisê
PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî ragihand ku dê Îsraîl îznê bide Fîlîstînî û rêxistinên alîkariyê yên ku berê ji Xan Yûnisê tehliye kiribû da vegerin Xan Yûnisê. Ragihandin ji aliyê berdevkê sekreterê NY ji aliyê Stephane Dujarric de hat kirin lê negot dê kengê dagerin.
Stephane Dujarric, di civîna çapemeniyê ya rojane de, li baregeha NY, li ofîsa koordinasyona karên mirovî (OCHA) de daxwuyaniya xwe da. Dujarric got:
“OCHA, dibêje ku berê, Îsraîlê tehliya Xan Yûnisê dabû ku Fîlîstînî û rêxistinên alîkariyê jê derkevin û niha Îsraîlê got ku wê îznê bide da dagerin Xan Yûnisê. Ev xeber ji we re, wekî berê min ji bo deverên Deyr el-Belahê çawa gotibû, tiştekî weka wê xeberê ye.”
Berdevk her weha got ku Îsraîlê çawa bi fermanekî dezgeyên alîkariyê yên li devera Deyr el-Belahê tehliye kiribû, ew car din xwe amade dikin da dagerin deverê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin