NYT: Kurdên Sûriye û Iraqê îstixbarat dan, lê Trump operasyon xist xeterê
PeyamaKurd – Rojanemeya New York Times hurgilî û piştperdeya operasyona kuştina Bexdadî belav kir. Rayedarên îstixbaratê yên amerîkî dibêjin, îstixbarata micid ji kurdên Sûriye û Iraqê hatiye wergirtin û operasyon piştî telefona Trump û Erdogan ango li pey êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê dest pê kirin jî ketiye xeterê.
Rojnameya New York Timesê, li ser operasyona kuştina Serokê rêxistina terorîst Dewleta Îslamê ya Iraq Şamê (DAIŞ) Ebûbekîr El Bagdadî ku şeva borî bi qasî 5 kîlometreya dûrî sînorê Tirkiyeyê li gundê Barisha yê Îdlibê pêk hat, raporteke berfireh nivîsand.
Di raporta ku bi agahiyên yekîneyên îstixbarata Amerîkayê hatiye amadekirin de tiştên ku beriya operasyonê pêk hatine cih digirin.
Yekîneyên îstixbaratê, beriya eşkerekirina plana vekişandina ji Sûriyeyê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump, cihê Bexdadî tespît kirine û di nav amadekariyên operasyonê de bûne.
Girtina Bagdadî, ji aliyê Trump ku rayedarên îstixbaratê beriya bi mehan ew agahdar kirine ve jî weke pêşaniya herî girîng a li herêmê hatiye diyarkirin.
Lê daxuyaniya Trûmp a ji bo vekişandina leşkerên Amerîkayê ya ji Sûriyeyê ya beriya 3 hefteyan, planên operasyonê ku bi fîtozî hatibûn amadekirin, qetûbir kir. Li gorî rayedaran, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) beriya ku tora sîxur, firînên keşfê û hebûna leşkerî ya li herêmê hilweşe ketiye nav tevgerê, amadekariyên xwe lezandiye û di şeveke birîsq de operasyonê pêk aniye.
‘Operasyona Bexdadî ne bi saya Trump, ligel Trump hatiye encamdan’
Heman rayedaran ji NYTê re ragihandine ku Bagdadî ne bi saya Trump ligel Trump hatiye kuştin.
Trump dema ku di 6ê Cotmehê de bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bi rêya telefonê axiviye û biryara vekişandina leşkerên Amerîkayê ji Sûriyeyê daye, nayê zanîn ku îstixbarata Bagdadî çiqas li ber çavan girtiye.
Lê rastiyeke wiha jî heye; li gorî rayedarên leşkerî ku derbarê mijarê de xwedî agahî bûne, fermandarên li qadê bi biryara Trump re ji bo pêkhatina vê operasyona tevlîhev hê bêtir ketine bin xeteriyê.
Ji Wezareta Parastinê, îstixbarat, artêş û têkoşîna bi terorê re 10 rayedaren amerîkî, pêvajoya operasyonê ku şeva şemiyê hat lidarxistin vegotin.
Di mehên havînê de piştî ku CIA ji nişkeve îstixbarata ku Bagdadî li gundekî Bakurê Rojavêyê Sûriyeyê yê hevrikên DAIŞê yê rêxistinên girêdayî El Qaîdeyê ye girtiye, dest bi plankirina operasyonê kiriye. Li gorî rayedarên amerîkî ev îstixbarat, di encama lêpirsîneke derbarê kûryeyekî DAIŞê ku bi hevjîneke Bagdadî re hatiye girtin de hatiye bidestxistin.
‘Îstixbarat ji Kurdên Sûriye û Iraqê hatiye dayîn’
CIA, piştî vê îstixbaratê bi yekîneyên îstixbaratê yên kurdên Sûriye û Iraqê re dest bi xebatê kir. Bi armanca ku cihê Bagdadî tespît bike û qadên tevgera bi rêk û pêk diyar bike, sîxûran li herêma gotina mijarê bi cih bike, bi van yekîneyan re dest bi xebatê kir. Li gorî ragihandinên rayedarên amerîkî, li gel biryara TRÛMP a vekişandina ji Sûriyeyê jî hêzên kurd ji bo operasyona Bagdadî bi CIA'yê re xebitîne.
Heta rayedarekî şîroveyeke wiha kir: "Kurdên Sûriye û Iraqê ji hemû welatên din bêtir ji bo operasyonê îstixbarat kom kirin."
Li gorî vegotina endezyarekî Sûriyeyê jî Bagdadî li gundê ku operasyonê lê pêk hatiye, li mala fermdarê rêxistina Hûrras el-Dîn a girêdayî El Qaîdeyê Ebu Muhammed Salama xwe veşartiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin