Obama jî besdarî bangewaziyên vekisîna ji namzediyê ya Biden bû

19 July 2024 14:34 0 dîtin
Obama jî besdarî bangewaziyên vekisîna ji namzediyê ya Biden bû

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama jî beşdarê bangdarên vekişîna ji namzediya serokatiyê ya Serokê niha Joe Biden bûye.

Li gorî medyaya DYAyê rikberiya namzediya serokatiyê ya namzedê Partiya Demokrat Joe Biden ya hilbijartinên siberojê zêde dibe.

Li gor nûçeya rojnameya Washington Postê, Serokê berê yê DYAyê Barack Obama jî diyar kiriye ku “şansê Biden gav bi gav kêm dibe” û li ser namzediya dubare ya Serokê DYAyê dilgiraniya xwe aniye ziman.

Berdevkê Barack Obama pirsên di derbarê vê helwesta Obama de bê bersiv hişt.

Rayedarekî Partiya Demokrat ji BBCyê re axivî û got ku di nava partiyê de pir kes hene ku dixwazin Biden ji namzediyê vekişe.

Ji aliyê din ve, di rapirsiya ku kanala CBS News a hevkarê BBC ya Amerîkî de pêk anî de, namzedê Komarî Donald Trump 5 puan li pêş Joe Biden e.

Bipêşketina Trump a di anketan de, ku roj bi roj ferqê di navbera xwe û Biden de zêdetir dike, zexta li ser Biden a ji bo vekişîna ji namzediya xwe' xurtir dike.

Her wiha ofîsa kampanyaya Biden diyar kir ku nerazîbûnên nav refên Partiya Demokrat “bêbingeh” in û namzediya Biden berdewam e.