Ocalan: Ser ne çare ye, pirsgirêk bi demokrasiyê çareser dibe
PeyamaKurd - Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ku li zîndana Girava Îmraliyê çûbû serdana cejnê cem birayê xwe ragihand ku Abdullah Ocalan ji bo gefên operasyonê yên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de gotiye mesele bi rijandina xwînê çareser nabe û ew jî her tim bo aşitiyê amade ye.
Mehmet Ocalan ku ji bo Cejna Qurbanê serdana Grava Îmraliyê kir û piştî vegera xwe ragihand ku wan li gel Abdullah Ocalan behsa çend mijaran kirine ku rewşa Rojavayê Kurdistanê, pirsa Kurd li Bakur û operasyonên artêşa Tirkiyê yên li nav xaka Başûr li hemberî PKKê, di wê hevdîtinê de mijarên sereke bûn.
Mehmet Ocalan ji medya nêzîkî PKKê re axivî û got ku wan roja duyem a Cejna Qurbanê (12.08.2019) serdana grava Îmraliyê kiriye.
Mehmet Ocalan diyar kir, di hevdîtinê de Abdullah Ocalan gotiye ku ew ne li benda hatina wan bûye û piştre ji wan xwestiye ku di rojevê de çi heye û dibêje wî jî gotiye, rewşa bakûr û rojhilatê Sûriyê, Operasyona Pençe, pirsgirêkên di saziyan de û têkildarî vê zêdebûna fişarên li ser xelkê, mijarên sereke ne di rojevê de.
Mehmet Ocalan aşkere kir ku birayê wî Abdullah Ocalan di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de ragihandiye eger şerek çêbibe, wê hem Tirkiye ziyanê bibîne û hem jî gelên ku li Sûriyê dijîn. Herwiha gotiye ku şerê li wê navçeyê bi sûda ti aliyekê nîn e û ew pirsgirêk dikare bi demokrasiyê bê çareserkirin û bi şer ti çareseriyek nayê bidestxistin.
Birayê Ocalan, got ku Abdullah Ocalan jê re gotiye ew 20 salan li Sûriyê maye, xelkê wê derê, eşîrên Ereb ên li wê deverê baş nas dike û daxwaz kiriye ku silavên wî taybet bigihînin eşîrên Ereb û xelkê wê deverê.
Mehmet Ocalan ragihand, Ocalan derbarê pirsa Kurd de gotiye, ji bo çareserkirina pirsa Kurd ti erk û rol bikeve ser mile wî ew amade ye.
Derbarê operasyonên artêşa Tirkiyê li nav axa Başûrê Kurdistanê de jî, Abdullah Ocalan, gotiye, “Operasyon tê wateya şer” û diyar kiriye ku eger pirsgirêk rijandina xwîna mirovan be, ev tiştek nîn e ku bê çareserkirin û gotiye jî ku ew her tim ji bo aşitiyê amade ne û ew ê her tim li dijî şer bin û divê li şûna şer, aştî bê bicîhkirin.
Herwiha Mehmet Ocalan diyar kir ku Abdullah Ocalan bang li HDPê kiriye ku xizmeta xelkê bikin û gotiye, “60 parlamenter hene, di vê hilbijartinê de şaredarî jî hatin wergirtin. Min berî niha jî gotibû, eger ez li derve bûma, min dê kolan paqij bikirina. Pêwîst e parlamenter li her derê 24 saetan di nav xelkê de bin. Divê partî xizmeta xelkê bike. Xelkê îradeya xwe radestî wan kiriye û ew jî xizmetkarên xelkê ne.”
Birayê Abdullah Ocalan destnîşan kir ku li zîndana Îmraliyê, di dema têketina bo hevdîtinê de rastî miameleyeke nebaş hatine û gotiye ew hatine tazîkirin û bi wî awayî lêgerîn li ser wan hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin