Odeya Bijîskên Diyarbekirê ji bo Kurdî bang li Fahrettîn Koca kir
PeyamaKurd - Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê bi daxuyaniyekê bang li Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca kir, zimanê Kurdî jî li ser sîstema e-Reçetem zêde bikin.
Piştî ku Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê, hefteya borî 5 zimanên cuda li sîstema “e-Reçetem” a elektronî zêde kir û cih neda Kurdî, gelek nerazîbûn ji aliyê Kurdan ve bo wê biryarê hatin nîşandan.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca ku bi xwe jî Kurd e zêdekirina 5 zimanan sîstema e-Reçetemê ragihandibû û gotibû: “Zimanên Îngilîzî, Almanî, Erebî, Fransî û Rûsî li sîstema e-Reçetemê hatine zêdekirin. Zimanên ku pêvajoya ceribandina wan di sîstema e-Reçetemê de bi dawî bûne, dest bi xizmetê kir.”
Di daxuyaniya Odeya Bijîşkan a Diyarbekirê de hate gotin: “Her çiqasî amarên zelal nebin jî, li herêma me ji her 4 kesan 1 (piranî jin) ji bilî Kurdî zimanekî din nizanin (nêzîkî 4 milyon welatî). Bi salan e di wergirtina xizmetên hikûmî de mafê bikaranîna zimanê dayikê yê welatiyan hatiye piştguhkirin.”
Odeya Bijîşkan diyar kir, ger bijîşk û nexweş ji hev fêm nekin zanyariyên nexweşiyê jî bi başî nayên wergirtin û dermankirina nexweşan zehmet dibe û hat gotin:“Wergirtina xizmeta tenduristiya hikûmî bi zimanê dayikê mafê mirovan ê gerdûnî ye. Ev ne rewşeke bijardeyî ye, neçarî ye. Ji ber ku dema mirov ziman nizanibe, nikare derdê xwe bîne zanîn.”
Odeya Bijîşkan bang li Fahrettîn Koca kir: “Ne bi helwestên siyasî, li gor nasnameya bijîşkî û nirxên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin