Ofîsa Barzanî: Pêsmerge ti hewl û fermanên aliyên der qebûl nake

23 September 2024 13:24 0 dîtin
Ofîsa Barzanî: Pêsmerge ti hewl û fermanên aliyên der qebûl nake

PeyamaKurd - Piştî ku di çarçoveya destûra Iraqê de di 6ê Tebaxê de, ji hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê re topên Howitzersê hatin şandin, hin aliyen Iraqî û bi taybetî koma çekdar a Tevgera Esayîb Ehlî Heq ku bi girêdana xwe ya bi rejîma Îranê re tê nasîn, li dijî vê yeke derketin.

Ofîsa Serok Barzanî di derbarê mijarê de bi daxuyaniyeke nivîskî bersivê da aliyên ku li dijî vê yekê derdikevin û destnîşan kir hêzên Pêşmerge yên Kurdistan ti hewl û fermanên aliyên der qebûl nake.

Xezelî: Divê ev top di destê artêşa Iraqê de bin

Weke tê zanîn piştî ku topên Howitzersê ji hêzên Pêşmerge re hatin şandin hin aliyên tund ên Iraqî li dijî vê yekê bertekên tund nîşan dabûn.

Herî dawiyê Emîndarê Giştî yê Tevgera Esayîb Ehlî Heq Qeys Xezelî doh li dijî vê yekê derket û got ku "ew red dikin ku topên Howitzersê bidin hêzên Pêşmerge û hêzên din ên xwecihî. Divê ev top tenê di destê artêşa Iraqê de bin. Divê ev çewtî bê sererastkirin û ew top li artêşa Îraqê bêne vegerandin.”

“Mafê Pêşmerge ye ku rola xwe ya dîrokî û bi şeref bileyze"

Piştî van bertekan Şêwirmendê Ragihandinê yê Ofîsa Serok Barzanî Kîfah Mehmûd bersiv da Qeys Xezelî û got: “Em tînin bîra we ku ev yek li gorî destûra Iraqê hatiye kirin biryara vê yekê bi vî awayî hatiye pesendkirin, lewre hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê, beşek ji sîstema leşkerî ya niştimanî ya Iraqê ye ku jê cuda nabe."

Kîfah Mehmûd her wiha destnîşan kir ku mafê Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge yên wê ye ku çek û teqemeniyan werbigire da ku wek hevtayê artêşa Iraqê rola xwe ya dîrokî û bişeref a di têkoşîna li dijî dîktator û zulimkaran de bileyze.”

"hêzên Pêşmerge yên Kurdistan ti hewl û fermanên aliyên der qebûl nake"

Kîfah Mehmûd da zanîn ku Pêşmerge dîrektîvên kesî qebûl nakin û got: “Wekî ku di Destûrê de jî hatiye nivîsîn Hêzên Pêşmerge yên Kurdistan, ti hewl û fermanên aliyên der qebûl nake.”

Çi bûbû?

6ê Tebaxa Îsal hinek topên Howitzersê radestî Pêşmergeyan hatin kirin. Mihemed Helbûsiyê Serokê Partiya Teqedûmê 14ê Îlonê li ser hesabê xwe yê Xê wiha nivîsî: “Em bi her awayî vê yekê red dikin ku çekên giran bidin hêzên cihî.”

Piştî vê yekê Wezareta Parastinê ya Iraqê jî di 19ê Îlonê de ragihand ku hêzên Pêşmerge topên Howitzersê bi destûra wan wergirtine.

Wezaretê daxuyand ku topên Howitzersê di 20ê Mijdara 2023yan de gihiştine Bendera Umqesrê, lê piştî ku salek derbaz bûye, bi pesendkirina Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ev top radestî hêzên Pêşmerge hatine kirin.

Wezaretê amaje bi radestkirina topan kir ku hemû rêkarên fermî hatine bicihanîn û xwest ku kes ji “nûçeyên derew” û gotegotan bawer neke.