Ofîsa Kurdistan24 TV ya Rojava hat girtin: K24ê banga betalkirina biryarê kir

20 June 2021 18:18 0 dîtin
Ofîsa Kurdistan24 TV ya Rojava hat girtin: K24ê banga betalkirina biryarê kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi biryara Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, Ofîsa televîzyona Kurdistan24 TV ya li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê asayişa bi ser PYDê ve hat girtin.

Rêveberiya Kurdistan24ê li ser girtina ofîsa xwe ya li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek weşand ku tê de dibêje, asayişa PYDê dîsa ofîsa wan ya li Rojavayê Kurdistanê (Qamişlo) girt û nehişt ew dezgeha medyayî xebatên xwe li wî perçê Kurdistanê bike.”

Rêveberiya K24 bang li saziyên pêwendîdar yên navdewletî bi taybet hêzên hevpeymaniya navdewletî kir ku zextê li rêveberiya Rojava bikin ji bo betalkirina wê biryarê. 

Daxuyaniya K24ê wiha ye:

"Mixabin îro 20 Hezîrana 2021ê careke din nivîsgehên Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê bi biryara Asayişa PYDê hatin girtin. Di demekê de ku Kurdistan24 bi riya nivîsgeh, peyamnêr û tîmên xwe bi berdewamî dengê xelkê wê beşa Kurdistanê gihandiye cîhanê û bêalî û pîşeyane serederî ligel bûyer û pêşhatan kiriye û ti demekê yasayên peyrewekirî binpê nekirine.

Kurdistan24 wek dezgeheke niştimanî, bi berpirsyane serederî ligel pirsên neteweyî kiriye û li her beşeke Kurdistanê di asta çaverêya xelkê de bûye, li hember êrîşên li ser Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Sipî bû deng û rengê Rojava û ajansên nûçeyan ên cîhanê û kenal û telefizyonên navdewletî jî, Kurdistan24 kiribûn çavkaniya xwe ya sereke û bi riya kamîraya tîmên Kurdistan24ê dîmen ji cîhanê re vediguhastin.

Girtina nivîsgehên Kurdistan24ê binpêkirina li hember azadiya çapemeniyê, karê ragihandinê û mafên mirovan e jî. Belgeyeke din a li ser bêbaweriya desthilatdarên li Rojavayê Kurdistanê bi azadiya karê çapemeniyê û serkutkirina dengên cuda ye.

Berpirsên Rojavayê Kurdistanê gelek baş, rastiya xebata Kurdistan24ê û berpirsiyartiyên wê yên neteweyî û niştimanî dizanin û baş jî dizanin ku Kurdistan24 her dem di eniya yekîtî û aştiya civakî de bûye, lê xuya ye ku ew biryar bi fermana li cîhekî din li ser wan hatiye sepandin.

Em daxwaz ji rêxistinên mafên mirovan, karê çapemeniyê, parêzvanên azadiya rojnamevanan, Federasyona Rojnamevanên Navdewletî û Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî û bi taybetî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê dikin ku li ber vê biryara nerewa rawestin û fişarê li rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin, ji bo vê biryara nerewa ya li dijî dezgeha Kurdistan24ê hilweşînin û êdî rêgiriyê li azadiya karê rojnamegeriyê nekin."