Otobusa di rêya xwe de diçû, bi yek carî agir pêket

21 August 2023 23:16 0 dîtin
Otobusa di rêya xwe de diçû, bi yek carî agir pêket

PeyamaKurd – Otobusa ku rêwiyên xwe hilgirt û ji bajarê Ardaxanê bi rê ket, li nêzî navça Erzeromê li Tortûmê di hevraza Aksukapi de agir bi motora wê ket.

Bûyer ber destê êvarê seet di 16.00an de çêbû. Dema ajotvanê otobusê dibîne ku agir bi otobusê ket, xwe dide kenarê rê û temamê rêwiyan ji otobusê derdixe.

Piştî îtfaiye digihê otobusê agirê otobusê vedimrîne lê nema otobus bi kêr tê.