Otomobîlekê ajot ser qelebalixiyê: 35 mirî, 43 birîndar

12 November 2024 17:04 0 dîtin
Otomobîlekê ajot ser qelebalixiyê: 35 mirî, 43 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Zhuhai yê Çînê, otomobîlekê ajot ser qelebalixiya mirovan ku heta niha hejmara miriyên bûyerê gihîştiye 35 kesan û 43 jî birîndar bûne.

Bûyera dema Fuara Hewayî û Fezayî ya li bajarê Zhuhai rû da ku ajokarekê otomobîla xwe ajot ser cihê meşa mirovan.

Hate diyarkirin ku ajokar hatiye desteserkirin û xwestiye bi kêrê xwe bikuje.

Serokê Çînê Xi Jinping, selametî ji bo birîndaran xwest û ferman da ku bi sizayê herî tund kesê ajotiye ser xelkê sivîl bê cezakirin.