Pêlewanê Kurd besdarî Olîmpiyadên Parîsê dibe
PeyamaKurd – Pêlewanê Kurd Sebah Şerîatî yê ji bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê piştî ku di sala 2016an de li olimpiyadên Rio De Janeiro de xelata bronz wergirt cara duyem beşdarî olimpiyadên werzişê yên navdewletî dibe.
Hate ragihandin ku Sebah Şerîetîyê 35 salî di beşa gûlaşê de bi fermî beşdariya Olîmpiyadên Parîsê yên 2024an dibe.
Şerîetî piştî ku ji tîma milî ya Îranê hatibû derxistin, li ser navê Azerbaycanê beşdarî pêşbirkên navdewletî yên werzişê dibe.
Pêlewanê Kurd di pêşbirkên pêşhilbijartinê yên Kirgizistanê de di 130 kîloyan de zora hevrikên xwe yên Lîtwanî Konistotas û hevrikê Belarusî Pavel Hinchok bir û mafê beşdariya olîmpiyadên Parîsê bi dest xist.
Şerîetî ji sala 2013an ve, 3 madalyeyên zîvîn û madalyeya bronz wergirtine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin