Pêskêsvanê Iran Internationalê li Londonê rastî hêrisê hat
PeyamaKurd - Pêşkêşvanê kanala televizyonî ya Iran International Pûriya Zeratî, li ber deriyê mala xwe ya li paytexta Brîtanya Londonê, rastî hêrişeke kêrê hat.
Hate ragihandin ku Zeratî di encama hêrişê de birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneyê. Rayedarên kanala Iran Internationalê diyar kirin ku metirsiya mirina Pûriya Zeratî tune ye.
Iran International a navenda wê li Londonê ye, yek ji kanalên opozisyonî yên li dijî rejîma Îranê weşan dikin e.
Hate diyarkirin ku Poruya Zeratî, beriya niha jî, ji ber di kanala Iran Internasyonal de bi awayekî berefireh cih dabû, xwepêşandanên du sal berê yên li Îran û Rojhelatê Kurdistanê yên li dijî rejima Îranê û piştgiriya xwepêşanderan kiribû, rastî hêrişa komeke alîgirên rejîmê hatiye.
Ajansa Polîsên Metropolîtan a Londonê ragihand ku bûyer ji aliyê polîsên dijeterorê ve tê lêkolînkirin.
Alinejad: Tehranê bi vê hêrişê peyam şand
Çalakvana siyasî ya Îranî Mesih Alinejad jî ragihand ku hêrişa li dijî Pûriya Zeratî weke hişyariyek ji civaka navneteweyî re ye û got ku rejîma Îranê bi hêsanî sîxurên xwe dişîne welatên rojava û balê kêşa ser wê yekê ku Elî Xamaneyî û Pasdarên Şoreşê yên rejîma Îranê bi tevahî berpirsyarên vê hêrişê ne û rejîma Îranê bi vê hêrişê peyamek ji dijberên xwe re şandiye ku ew çend ji sînorên Îranê dûr bin jî, ew ne bi ewle ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin