Parêzgerê Dêrezorê yê berê yê rejîma Besa Esed li Amerîkayê hat girtin
PeyamaKurd - Parêzgerê bajarê Dêrezorê yê berê yê rejîma Beşa Esed li Amerîkayê hat girtin. Parêzger Semir Osman Eş-Şêx, li bajarê Amerîka li Los Angelesê ji bo li muxalifan îşkence kiriye û wan kuştiye hat girtin.
Her weha di wexta seredana ji bo hemwelatîbûna Amerîka de, dema seredanê kiriye ji ber agahiyên şaş daye rayedaran, ragihandina sûc ji bo wî hatiye kirin.
Li gor rojnama New York Times (NYT); Şêx ji sala 2020an ve li Los Angelesê îqamet dike. Di derbarê beyana şaş daye rayedarên Amerîkayê, ji ber li Şamê zîndana Adrayê îdare kiriye, zabitiya polîs û ya îstîxbaratê kiriye û hem tûxgeneraliyê kiriye, di wexta li Dêrezorê parêzger bûye, bi sedema baweriyên siyasî li kesan îşkence kiriye an ku tevlî kuştina kesan bûye an na de, agahiyên şaş daye.
Şêx, di 10ê Temmûzê de di dema ji Los Angelesê diçû Lubnanê bajarê Beyrûdê ji aliyê rayedarên Amerîka de hat girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin