Parêzerê Selahattin Demirtas: Demirtas wê were berdan!
PeyamaKurd- Parêzerên Selahattin Demirtaş berî niha ji bo berdana Selahattin Demirtaş serî li dadgehê dabûn. Îro Parêzerê Selahattin Demirtaş got ku Demirtaş di nava çend rojan de wê were berdan.
Di derbarê mijarê de parêzerê Selahattin Demirtaş yê bi navê Mahsuni Karaman li devê Edliyê ji çapemeniyê re daxuyaniyek da û wiha got: Ev eybeke pir mezin e ku namzetê Serokomariyê, di hepsê de be. Ji bo ku xebatên hilbijartinê bi rengekî adil bimeşin, divê Birêz Demirtaş jî li derve be. Em bawer dikin ku Demirtaş di nava çend rojan de wê were berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin