Parêzgariya Colemêrgê: Êdî kesên sabiqeya wan hebe nikarin sivantiyê bikin

28 March 2022 17:50 0 dîtin
Parêzgariya Colemêrgê: Êdî kesên sabiqeya wan hebe nikarin sivantiyê bikin

PeyamaKurd - Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê ji bo çêrandina ajalan a li zozan û çêrgehan sînor hatin danîn.

117 zozan û çêregeh, îsal jî wekî herêma taybet a ewlehiyê hatin ragihandin û digel vê jî qeyda sabiqeyê li ser şivanan hat ferzkirin.

Di daxuyaniya parêzgariya Colemêrgê de sînorên şivantiyê hatin eşkerekirin û wiha hatiye gotin: “Kesên ku alîkariya endamên rêxistina terorî bikin, dê mafên sûdgirtina wan a ji zozan û çêregehan werin betalkirin. Kesên ku endamên rêxistinê bibînin û agahiyê nedin hêzên ewlehiyê jî dê mafên wan ên ji zozan, çêregeh, çêrandin û çêreya li ser zeviyan jî yekalî were betalkirin.”

Herwiha ji bilî kesên xwedî sabiqe, yên ku di derbarê wan de lêpirsîneke fermî çêbûbe jî dê nikaribin li herêmê bibin şivan.

Parêzgeriyê ragihand ku dê ‘Qertên Danasîna Zozanan’ bên çêkirin û dê ji bo van qertan qeyda sabiqeyê, nasname, wêneyek û belgeyên bi vî rengî werin xwestin da ku li gorî wê destûra şivantiyê bê dayîn.