Parlamentarên Iraqê biryara vîzeyê ya Îmaratê sermezar kirin

29 November 2020 21:54 0 dîtin
Parlamentarên Iraqê biryara vîzeyê ya Îmaratê sermezar kirin

PeyamaKurd – Hejmarek parlamentarên Iraqê yên bi ser fraksiyona Dewleta Qanûnê ya serokwezîrê berê Nurî Malikî biryara welatê Îmaratê ya rawestandina vîzeyan bo hemwelatiyên Iraqê şermezar kirin.

Di daxuyaniya ku bi navê Serokê Fraksiyona Dewleta Qanûnê Mansur Baicî hatiye belavkirin de, li dijî biryara Îmaratê ya rawestandina vîzeyan tê derketin û tê gotin, ew biryar li dijî xelkê Iraqê ye.

Baicî herwiha bang li hikûmeta Iraqê jî dike ku vîzeyê nedin welatiyên Îmaratê û notaya şermezariyê bidin wezareta derve û balyozxaneya Abû Dabî ya Îmaratê.

Hêjayî gotinê ye, çend roj berê Îmaratê ji bo 13 welatan ku Iraq, Îran û Tirkiye jî di nav de hebûn, dayîna vîzeyan betal kiribû bo demeke nediyar.