Parlamenterê PDKê, Iraq wekî "lasekî mirî" pênase kir
PeyamaKurd- Parlamenterê Serdema 5emîn a Parlamentoya Kurdistanê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Rêbwar Babkeyî, di derbarê neşandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve nirxand.
Rêbwar Babkeyî got, “Em niha li qada hilbijartinê ne. Hêzên Şîe tên Herêma Kurdistanê ji bo ku şikestina xwe veşêrin û qeyrana xwe ya navxweyî veguhezînin derveyî Iraqê.
Babkeyî da zanîn ku hinek hêzên şîe hewil didin peyama “Çavkaniya pirsgirêkan Herêma Kurdistanê ye” bidin kolanan û got, “Armanca siyaseta hêzên Şîe, lawazkirina Herêma Kurdistanê û biçûkkirina PDKê ye. Lê belê ev polîtîka berê ne serkeftî bû û niha jî nikare bi ser bikeve."
Babkeyî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser pabendnebûna rêkeftinan a Iraqê û wiha berdewam kir:
“Herêma Kurdistanê, parçeyekî zindî yê laşê mirî yê bi navê Iraq e. Ji ber vê yekê jî hikûmeta Iraqê dixwaze vê beşa ku oksîjenê dide deverên din ên Iraqê xirab bike.
Hikûmeta Iraqê heta niha ne pabendî rêkeftinan bûye û ne jî yasaya bûdceyê cîbicî kiriye. Em li gorî destûr û yasayan bi hikûmeta Iraqê re tevdigerin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin