Parlamentoya Tirkiyeyê sibe ji bo sondxwarina 600 parlamenteran dicive

01 June 2023 19:49 0 dîtin
Parlamentoya Tirkiyeyê sibe ji bo sondxwarina 600 parlamenteran dicive

PeyamaKurd – Parlamentoya Tirkiyeyê piştî hilbijartinên 14ê Gulanê yên parlementoyê sibe 2yê Hezîranê ji bo sondxwarina parlamenterên nû dicive.

Hat ragihandin ku 600 parlamenterên xula 28an a Parlamentoya Tirkiyeyê, sibe Înê li demjimêr 14:00 dest bi xwendina sonda yasayî dikin.

Li gorî rênimayên parlamentoyê wê Serokê Giştî yê Partiya Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî wekî parlementerê herî bi temen, seroktiya demkî ya parlamentoyê bike û pêşî ew sondê bixwe.

Parlamenterên ku sonda yasayî nexwin nikarin parlamenteriyê di bin banê parlamentoyê de bikin.

Herwiha cara yekem 4 parlamenterên Kurd ên ji Partiya Doza Azad (HUDA PAR) jî wê wekî parlamenter sonda yasayî bixwin dest bi karûbarên parlementoyê bikin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê li ser mijara xwendina sondê piştî hilbijartinê ragihandibû ku ew dê bêyî ti pirsgirêk çêbibin sonda yasayî bixwin û dest bi kar bikin.