Parlementera berê ya Îranê Zohre Elahiyan bû namzeda serokkomariya Îranê

01 June 2024 20:15 0 dîtin
Parlementera berê ya Îranê Zohre Elahiyan bû namzeda serokkomariya Îranê

PeyamaKurd – Parlementera berê ya Îranê Zohre Elahiyan bi sedema di 28ê Hezîranê de wê hilbijartina serokkomarê Îranê bibe, ji bo bibe namzeda serokkomariya Îranê, di roja sêyem ya serdanê de çû wezareta karên hundir ya Îranê û seredana namzediyê kir.

Piştî seredanê di civîna çapemeniyê de Elahiyan got:

“Slogana hukumeta min; hukumeta bi tenduristî (saxlem), ekonomiya bi saxlemî û saxlemiya civakê ye. Hukumetekî baş heya xwe bixe şûna berpirsiyariya temamê karê welat, divê hêza ciwanan bikarbîne û di vê rêyê de şeklekî nûh ya rêvebiriyê peşkeş bike.”

Zuhre Elahiyan doktora Tibê ye, di meclisa Îranê de, berê parlementera Tahran, Rey, Şemiranat, İslamşehr û Perdisê bû. Di meclisê de seroka komisyona mafên mirovan bû û di Sibata 2023an de Yekîtiya Ewrûpayê wê kiribû nav lîsta xwe ya reş.

Hinek namzedên din yên serokkomariya Îranê hene ku di nav wan de şaredarê Tehranê Ali Rıza Zakani, mirovê ayînî û siyasetmedar Mustafa Mirtaceddini, parlementerê Zahidanê Fedahuseyn Maliki, parêzgerê berê Habibullah Dehmerde hene. Bi temamî heya niha 17 kesin.