Parlementoya Iraqê, sandekê disîne deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê
PeyamaKurd-Ji aliyê Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê ve daxuyaniyek hat dayîn û hat eşkerekirin ku dê di demeke nêzîk de şandek biçe serdana deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê ku Artêşa Tirkiyeyê lê operasyonan bi rê ve dibe.
Ji aliyê Biryarderê Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Segvan Sindî ve hat ragihandin ku di demeke nêzîk de şandeke ji pênc kesan a ji endamên Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê, dê ji bo lêkolîna şer û pevçûnên navbera çekdarên PKKê û Artêşa Tirkiyeyê, serdana herêmên sînorî bike. Segvan da zanîn ku ev pevçûn, ziyanê digihînin şêniyên gundên Herêma Kurdistanê û dê serdan jî li ser vê esasê be.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştî serdanê dê lijne li ser bûyeran, raportekê pêşkêşî Parlamentoya Iraqê bike.
Şerê navbera PKKê û Tirkiyeyê, bûye sedem ku zêdetirî 200 gundên sînorê parêzgeha Duhokê, gund û bax û zeviyên xwe yên çandiniyê bi cih bihêlin. Hat ragihandin ku ev şer û pevçûn, bûye sedema jinavçûna bi hezaran donim daristan û zeviyên çandî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin