Partiyên PYNK û Mezlûm Ebdî sanda hevbes a bo Samê gotûbêj kir

03 February 2025 19:41 0 dîtin
Partiyên PYNK û Mezlûm Ebdî sanda hevbes a bo Samê gotûbêj kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdî (PYNK) û hin partiyên derveyî wê û ENKSê bi fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî re civiyan.

Li gorî zanyariyan civîna Partiyên PYNKê li Istîrahe Wezîr a li Hesekê bi fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî re pêk hat.

Çavkaniyên beşdarên civînê ragihandin ku di civînê de behsa yekrêziya aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin û pêkanîna şandeke hevbeş a bo Şamê hatiye gotûbêjkirin.

Hêjayî gotinê ye, çend roj berê jî Serokatiya ENKSê li heman deverê bi Mezlûm Ebdî re civiyabû û heman mijar gotûbêj kiribûn.

PYNK wekî bin banê PYDê de ye ji 25 partiyan pêk tê. Partiyên PYNKê di nav Rêveberiya Xweser de cî digrin.