Partiya DEMê li ser namzetiya Basak Demîrtas daxuyanî da

23 January 2024 21:58 0 dîtin
Partiya DEMê li ser namzetiya Basak Demîrtas daxuyanî da

PeyamaKurd – Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Tuncer Bakirhan di daxuyaniya xwe ya li ser namzetiya Başak Demirtaş de got, “Çend roj şûnde civîna me ya Desteya Rêveberiya Navendî heye. Em ê wan li wir binirxînin."

Hevserokê Giştî yê DEMê Bakirhan, têkildarî namzetiya Başak Demîrtaş a hevjîna Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş a ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya di hilbijartinên herêmî de got, “Serlêdanên me yên namzetan li her derê dewam dikin. Di nava çend rojan de civîna me ya MYKê heye. Em ê li wir wan binirxînin.”

Bersiva pirsa li ser protokola endamtiya Swêdê ya NATOyê ya ku tê payîn îro di Lijneya Giştî ya TBMMyê de bê nîqaşkirin jî wiha da, "Em partiyeke siyasî ne ku di wê baweriyê de ne, ewlekariya herî girîng û herî mezin wê bi aştiyê pêk were. Em di vê mijarê de jî wiha difikirin."