Partiyên siyasî ji bo çaksaziyan 45 roj mohlet dane hikûmetê û Ebdulmehdî
PeyamaKurd – Partiyên siyasî yên li Parlemana Iraqê ji bo pêkanîna daxwazên çalakgeran û çaksaziyan 45 mohlet dane hikûmetê û diyar kirin ku eger di nava 45 rojan de daxwaz neyên cîbicîkirin ew dê raya pêbaweriyê bi paş ve bikişînin û biryara hibijartineke pêşwext wergirin.
Duh danê êvarê alî û partiyên siyasî yên kurd, sunî û turkmenî li avahiya partiya Ammar el Hekîm a li Bexdayê civiyan û guftugo li ser daxwazên çalakvanan kirin.
Piştî civînê daxuyaniyeke hevpar hat ragihandin û ji bo çaksaziyan 45 roj mohlet dane hikumetê û serokwezîr Adil Ebdulmehdî.
Di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin ku eger di dema diyarkirî de ew çaksazî neyên kirin dê raya pêbaweriyê ya bi hikûmetê hatiyê hatiyê dayîn dê bi paş ve were kişandin û biryara hilbijartineke pêşwext were wergirtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin