Partiyên 'Tifaqa Kurdî' serdana saredariya Amedê kirin
PeyamaKurd - Nûnerên partiyên kurdî yên ku di hilbijartina herêmî de bi HDPê re tifaq kiribûn, serdana Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli kirin.
Nûnerên Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK-Bakur), Hereketa Azadî, Partiya Însan û Azadî (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Komeleya Şoreşgerên Demokrat ên Kurd (DDKD) ku di hilbijartinan de bi HDPê re tifaq kiribûn serdana Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê, Adnan Selçuk Mizrakli kirin.
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê Musa Farisogullari û Îmam Taşçier jî bi nûnerên partiyan re çûn serdanê. Hevşaredar Mizrakli li devê derî pêşwazî li şandeyê kir.
Nûnerên Tifaqa Kurdî pirtûk diyarî Selçuk Mizrakli kirin û demekê bi hev re sohbet kirin. Piştî serdanê şande ji şaredariyê derket.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin