Pasînyan, li ser peymana astiyê daxuyanî da

26 October 2023 16:00 0 dîtin
Pasînyan, li ser peymana astiyê daxuyanî da

PeyamaKurd- Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, li ser nakokiyên siyasî yên di navbera Ermenîstan û Azerbacanê de axivî.

Nîkol Paşînyan, di foruma li paytexta Gurcistanê Tiflîsê hat lidarxistin de axivî û li ser rewşa dîplomatîk agahî dan û got ku “Em hêvî dikin ku di demek nêzîk de bi Azerbaycanê re aştî pêk were.”

Paşînyan diyar kir ku hêviya wan ew e, bi vê peymana aştiyê ku tê payîn di mehên pêş de bê destnîşankirin, rê li ber têkiliyên dîplomatîk veke.

Paşînyan got ku Ermenîstan hêvî dike ku sînorên xwe yên bi Tirkiyê re ku hevalbendê nêzîk ê Azerbaycanê ye, ji welatiyên welatên sêyemîn re veke.