Pawe | Ji ber rejîma Îranê penaber bûbû, îcar nehistin cenazeyê wî ji tu mizgeftan bê rakirin
PeyamaKurd – Hêzên rejîma Komara Îslamî ya Îranê, li bajarê Paweyê yê Rojhilatê Kurdistanê nehiştin cenazeyê lêkolerê kurd, Dr. Zekeriya Qadirî li tu mizgeftên bajêr bê şuştin û ji bo wî wacibên dînî pêk bên.
Dr. Zekeriya Qadirî ji ber fikren xwe neçar bûbû ku li Almanyayê bibe penaber.
Li gorî raporeke gihîştiye ber destên Saziya Mafê Mirov a Hengawê, doh, (15.01.2025) rejîma Îranê bi hevkariya hêzên xwe yên ewlehiyê û karmendên xwe yên diyanetê yên ji teref Elî Xamineyî li bajarê Paweya Rojhilatê Kurdistanê peywirdar, nehiştine ku li tu mizgeftên bajêr, wacibên dînî ji bo cenazeyê lêkolerê kurd, Dr. Zekeriya Qadirî pêk bên û merasima oxirkirina wî pêk bê.
Ji ber fikrên xwe neçar bûbû ku li Almanyayê bibe penaber
Hengaw dide zanîn ku ev lêkolerê kurd, ji ber fikr û xebatên xwe penaberî Almanyayê bûbû û li roja (10.01.2025) di qezayeke trafîkê de canê xwe ji dest dabû.
Hengaw balê dikêşe ser berkeftîbûna vî lêkolerê kurd û xebatên wî yên di warê zanistên mirovî de ku hin ji wan ev in: “Aqlê Siyasî yê Îranê û Nasnameya Kurdî”, “Rexneya Gotara Modernîteyê di Ramana Michel Foucault de” û “Teolojiya Siyasî ya Zerdeştî û Berevajiyên wê yên Dualî”.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin