PDK: Divê Komîsyona Hilbijartinan a Kurdistanê bê aktîfkirin û dest bi kar bike

05 January 2022 17:07 0 dîtin
PDK: Divê Komîsyona Hilbijartinan a Kurdistanê bê aktîfkirin û dest bi kar bike

PeyamaKurd - Serokê firaksyona Partiya Demorata Kurdistanê (PDK) li parlementoya Kurdistanê Zana mela Xalid got ku divê di demek kurt de komîsyona hilbijartinan ya Kurdistanê were çalakirin û dest bi kar bibe.

Zana Mela Xalid ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin, êdî guhertina rêveberiya komîsyona hilbijartinan ya Kurdistanê bûye neçarî ji ber ku di warê qanûnî de dema wê xilas bûye.

Zana Mela Xalid got, komîsyona hilbijartinan ya Kurdistanê li ser rêjeya kursiyên partiyên siyasî hatibû avakirin lê êdî rewş hatiye guhertin û hejmara kursiyan hatiye guhertin, ji ber wê jî divê komîsyon ji nû de were pêkanîn.

Serokê firaksyona PDKê diyar kir, PDK ji bo aktîfkirina komîsyonê amade ye û got, di civîna îro ya PDK û YNKê de wê behsa vê mijarê jî were kirin.

Li ser hilbijartinên Kurdistanê Zana Mela Xalid da xuyakirin, “Heta komîsyon neyê nûkirin û aktîfkirin em nikarin tiştekî li ser hilbijartinan bêjin. Ji xwe ji salekê kêmtir bo hilbijartinan maye. Komîsyon jî pêwîstî bi herî kêm 6 mehan e bo amadekariyan loma divê di demek kurt de komîsyon pêk were û dest bi kar bibe.”

Mela Xalid daye zanîn ku 10 firaksyonên parlementoyê daxwaza aktîfkirina komîsyonê kirine, ev jî tiştekî baş e loma nabe bi ti behaneyekê ev mijar were paşxistin.