PDKê kampanyaya hilbijartinan bi fermî da destpêkirin û dirûsma xwe eskere kir
PeyamaKurd – Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), îro 25ê Îlonê bi fermî kampanyaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên 20ê Cotmeha îsal birêve diçin da destpêkirin.
PDKê bi dirûşma; “Aramî, avedanî, bihevrebûn û xweragirî” dest bi bangeşeya hilbijartinê kir.
Îro 25ê Îlonê bi amadebûna Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Serok Mesûd Barzanî, Cîgirên Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî û endam û alîgirên PDKê, ahenga “Lîsta 190ê ya PDKê” li bajarê Hewlêrê hat destpêkirin.
Di ahengê de, PDKê bi awayekî fermî namzedên xwe yên hilbijartinên gera şeşê ya Parlamena Kurdistanê da nasandin ku dirûşma wê “Aramî, avedanî, bihevrebûn û xweragirî” ye.
Hilbijartinên gera şeşê ya Parlamentoya Kurdistanê roja 20.10.2024ê bi serperiştiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê têne kirin.
Kampanyaya hilbijartinên gera şeşê ya Parlamena Kurdistanê îro 25ê Îlonê dest pê kir û heta roja 15ê Cotmehê dewam dike.
Hêjayî bibîrxistinê ye, PDK ji sala 1992yan ve tevlî 12 gerên hilbijartinên giştî bûye û di hemû hilbijartinan de jî bûye partiya yekem a Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin