PDK li dadgehê gilî li Berdevkê Cîgirê Serokê Hikûmeta Kurdistanê dike
PeyamaKurd – Firaksyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê diyar kiriye, ew ê li dadgehê gilî li Berdevkê Cîgirê Serokê Hikûmeta Kurdistanê Qubad Talebanî bikin.
Berdevkê firaksyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Pêşewa Hewramanî daye zanîn, Berdevkê Cîgirê Serokê Hikûmeta Kurdistanê Semîr Hewramî heqaret li Parlamenterê wan Hêvîdar Ehmed kiriye, ji ber wê jî ew ê li dijî wî, gilî li dadgehê bikin.
Pêşewa Hewramanî herwiha Parlamenterê wan bi belge û amar qala dahat û dirav û budçeya Silêmaniyê û çawaniya dizîna wan dirav û dahatê kiriye lê Semîr Hewramî û çend parlementerên wan heqaret li hevalê wan kirine, loma ew ê li dijî Semîr Hewramî gilî bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin